Projeya pêkvegirêdana elektrîka Kurdistan û Iraqê bi Tirkiyê ve bi dawî dibe

Projeya pêkvegirêdana elektrîka Kurdistan û Iraqê bi Tirkiyê ve bi dawî dibe

PeyamaKurd – Wezareta Elektrîka Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, projeya pêkvegirêdana elektrîka Kurdistan û Iraqê bi Tirkiyê ve, dawiya vê mehê bi dawî dibe.

Wezareta Elektrîka Kurdistanê daye zanîn, ew projeya wê elektrîka Kurdistan û Iraqê bi elektrîka Tirkiyê ve girêbide û demekî beriya niha dest pê kiribû, dê heta dawiya vê mehê bi dawî bibe.

Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye eşkerekirin, ew projeya han 400 KV ye, dirêjahiya hêla wê 17 km e û şiyana veguhestina wê jî 1000 mêgawat e.

Wezareta Elektirîkê destnîşan kir, bi dawîbûna wê projeyê re, daketina valtaj û giranî li ser elektrîka Kurdistanê namîne û kontrola wê hêlê jî dê di destê Herêma Kurdistanê de be.

Li gorî agahiyên wezareta elektirîkê, heyama wê projê 45 roj û budçeya wê jî 4.5 milyon dolar bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin