DAIS li Efrîkayê hewl dide xwe ji nû ve zindî bike

DAIS li Efrîkayê hewl dide xwe ji nû ve zindî bike

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞ, piştî li Sûrî û Iraqê hat têkbirin, niha li Parzemîna Efrîkayê hewl dide xwe ji nû ve zindî bike.

Li gor Saziya Mait ya aştî ya Misirê diyar kir, DAIŞê sala borî li 27 welatên li Parzemîna Efrîkayê, bêtirî 525 êrîşên xwînmijî pêk anî, di encamê de 7030 kes hatin kuştin.

Ramiyarê Istratîjîk yê Misirî Semîr Ferec destnîşan kir, hin dever hene çeteyên DAIŞê çalak bû, berevajî wê yên din ku hîn jî di asta xwe ya kombûyînê de ye û mînaka wê li Misirê de.

Mamosteyê Zaniyarên Istratîjîk li Qahîrayê Nesir Salim jî eşkere kir, rêxistinên terorî derfetekê digerin, da ku kirinên xwe yên terorîst bi kar bînin.

Tê zanîn ku DAIŞ li Efrîkayê ji bo ji nû ve zindîbûna xwe, rewşa ewlehî, aloziya siyasî û vîrûsa Koronayê weke derfet dibîne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin