PeyamaKurd – Rêvebiriya Bexdayê ragihan dku ji ber Amerîkas givaşê daniye ser hinek balafirxaneyan da seferên Îranê çênebin, ji bo rakirina givaşa ser wan balafirxaneyan rakin, rast e rast bi Washingtonê re hevdîtinan dikin.
Baregeha serokwezîrtiya Iraqê, mijarê îro an ku di 26 Êlûn 2026an de ragihand. Armanca hewla rakirina givaşan ya ser hinek balafirxaneyan bi temamî mirovîne û divê seredanên tenduristiyê, perwerdê, ziyaretên dînî û ji bo parastina berjewendiyên welatiyan hinek givaş rabin.
Hukumeta Iraqê ragihand ku ji bo asta germiya gengeşiya herênê daxînin xebatê dikin û eger krîz dewam bikin, dê rewşa herêmê bêhtir aloz bibe.