PeyamaKurd - Li Parlamentoya Iraqê zêdetirî 100 parlamenteran bi hinceta kêmkirina xercên dewletê ji bo betalkirina encumenên parêzgehan dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Hate ragihandin ku ev hewldan bi pişgtiriya aliyên siyasî yên Şîe tê meşandin. Parlamenter Sumiye Xabur diyar kir ku armanca vê gavê ne "fesihkirin" lê bi temamî "betalkirin"a encumenan e û desthilata fesiha encumenan di destê parlamentoyê de nîne.
Ev hewldan bi taybetî li Kerkûkê bûye sedema fikar û bertekan. Endamên encumenê yên Kurd, Turkmen û Ereb balê dikişînin ser ku guherîneke di vê astê de li dijî destûr û hiqûqê ye.
Nûnerên Kurdan tekez dikin ku di doza betalkirinê de dibe ku hevsengiyên siyasî û îdarî yên li Kerkûkê xira bibin û xetera yekdestiya desthilatê li bajêr derkeve holê.