90 parlamenterên Iraqê xwestin Parlamento li Hewlêrê bicive

90 parlamenterên Iraqê xwestin Parlamento li Hewlêrê bicive

PeyamaKurd - Ji bo nîşandana piştgirî û hevxemiyê bi Herêma Kurdistanê re, zêdetirî 90 parlamenterên Iraqê daxwaznameyek îmze kirin ku civîneke awarte ya Parlamentoya Iraqê li bajarê Hewlêrê bê encamdan.

Parlamenterê Iraqê Mistefa Kubeysî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan ev daxwazname pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye û destnîşan kir ku ev pêngav bersiveke rasterast e li dijî her destdirêjiyeke li ser axa Iraqê û ji bo parastina serweriya welat e.

Ev destpêşxeriya parlamenteran piştî êrîşa dronî ya li ser Pîrmamê hat ku tê de ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê hatibûn hedefgirtin.

Piştî van êrîşên ku ji aliyê Dijêterora Kurdistanê û berpirsên herêmî ve bi tundî hatin şermezarkirin, gelek aliyên siyasî û konsulxaneyên biyanî jî bertek nîşan dan û ew wekî binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê binav kirin.