Li Cizîrê 200 avahiyan xistin karantînayê

Li Cizîrê 200 avahiyan xistin karantînayê

PeyamaKurd- Li navçeya Cizîra bi ser bajarê Şirnexê de, piştî normalîzebûna tedbîrên Kovid-19 ê, jimara nexweşan zêde bû û di encamê de heya niha 8 kes jiyana xwe ji dest dan. Li bajêr xebatên dezefenktasyonê rawestiya ne.

Li Cizîrê niha li 10 taxan li dora 200 avahî di bin karantînayê de ne. Li bajêr, bi sedema zêdebûna nexweşînê gelek dukkan deriyên xwe girtin. Li gor ragihandinan; li taxa Elî Beg 8, li taxa Kaleyê 4, li taxa Konakê 12, li taxa Cûdiyê 43, li taxa Daxkapiyê 30, li taxa Sûrê 23, li taxa Nûrê 20, li taxa Yafes 12, li taxa Şaxê 6 û li taxa Dîcle yê 38 avahî di bin karantînayê de ne.

Li hinek gundan jî hene ku tesên wan posîtîv deketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin