PeyamaKurd – Li Kazakistanê balafirekî şer ya tîpa Su-30SM li bajarê Balkaşê di dema fira xwe ya perwerdê de, wexta xwe datanî ket. Wezareta bergiriyê ya Kazakistanê ragihand ku qeza di 20.45 an de çêbûye. Wezaret weha got:
“Di dema ketina balafirê de bi sîstema xwe avêtina hewayê pîlot rizgar bûne. Pîlot niha li heyatê ne û di bin kontrola doktoran de ne.
Di nav envantera Kazakistanê de 24 balafirên ji aliyê Rûsya de hatine çêkirin yên tîpa Su-30 SM hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin