PeyamaKurd - Li parêzgeha Duhokê ku yekem haleta cûreya vîrusa korona Omicronê peyde bûbû hejmara pêketiyên Omicronê zêde bû ku di nava wan de hejmarek zarok jî hene.
Rêveberê nexweşxaneya Hêvî ya zarokan li Duhokê Dr. Nîzar bekir ji K24ê re ragihandiye: “Niha nexweşxaneya me bi zarokên nexweş tijî bûye, lê belê ne hemû hilgirên vîrûsa Omicronê ne, ji ber hin cureyên din ên vîrûsan belav bûne.”
Dr. Nîzar bekir gotiye: “Rewşa zarokên ku hilgirên vîrûsa Omicronê bi giştî baş e, hejmarek kêm jî di bin çavdêriya hûr de ne.”
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Duhokê Dr. Efrasiyab Mûsa ragihand: “Li gor raportên bijîşkî, rêjeya pêketina zarokan bi vîrûsa Omicronê li piraniya welatan zêde bûye, tirsa me jî ew e li vir em bigihin wê qonaxê, ji ber wê em daxwazê ji dê û bavan dikin, haje zarokên xwe hebin û rêkarên xweparêziyê bigirin.”
Hêjayî gotinê ye, 6ê vê mehê 5 pêketiyên Omicronê li Duhokê hatibûn ragihandin ku piştî rojekê jî 2 haletên pêketina zarokan jî hatibûn tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin