PeyamaKurd – Çarçoveya Hevahengîyê ya ku ji aliyên siyasî yên Şîeyên Iraqê hatiye pêkanîn û hewldana damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê dike, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civîya.
Hat ragihandin ku şandeke Çarçoveya Hevahengiyê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û li gorî daxuyaniya piştî civînê, di hevdîtinê de mijarên ewlehî û siyasî bi Kazimî re hatine axaftin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di beşa duyem a civînê de jî kêşeyên siyasî yên Iraqê hatine gotûbêjkirin û biryar hatiye dayîn, ji bo danûstandinên ligel aliyên din ên siyasî, komîsyonek were avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin