Pistî PAK, PSK û PDK-Tyê doza girtinê li KKPê jî hat vekirin

Pistî PAK, PSK û PDK-Tyê doza girtinê li KKPê jî hat vekirin

PeyamaKurd - Piştî serdozgeriyê ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê daxwaza girtina partiyên Kurdistanî yên navê Kurdistanê derbas dibe kir, ji bo partiyeke din jî ew daxwaz hat kir.

Serdozgeriya Tirkiyê piştî PAK, PSK û PDK-Tyê vê carê jî ji Partiya Komunîsta Kurdistanê (KKP) daxwaza girtinê kir, ji ber hebûna peyva Kurdistanê di nav navê wê partiyê de.

Serokê Partiya Komunîst ya Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, “Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji bo girtina KKPê doz li Dadgeha Makeqanûna Tirkiyê vekiriye.”

Çiftyurek got, “Erê em ne li fezayê, li Kurdistanê dijîn û siyasetê dikin. Dema em navê Kurdistanê derxin, ma wê Kurdistan tune bibe? Na. Rojhilatê Başûrê te, Rojhilatê te û nav te Kurdistan e!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin