Sirri Sakik ji HDPê bû namzetê Manîsayê!

Sirri Sakik ji HDPê bû namzetê Manîsayê!

PeyamaKurd- Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik yê ku ji wezîfê hatibû dûrxistin û qayyum tayînî cihê wî kiribûn, li Manîsayê bû namzetê HDPê yê wekîltiyê.

Sirri Sakik li Manîsayê di lîsteya HDPê de di rêza yekemîn de hat nîşandan. Berî niha HDPê, wekîlê Wanê Lezgîn Botan li wir nîşan dabû.

Di derbarê mijarê Sirri Sakik daxuyaniyek da û wiha axivî:

“Di vê pêvajoyê de ji bo namzetbûnê min serî li ti deran nedabû. Lê belê min gotibû ku li kû derê wezîfe were dayîn, em ê bikin. Heta niha her carekê li cihên ku îqtîdar lê bi hêz e, min siyaset kir. Ji bedêla kelhên îqtîdarê, me kelhên demokrasiyê ava kirin. Li Manîsayê jî hêzeke me ya zêde heye. Lê belê me ew îhmal kirine û organîze nekirine. Di vê hilbijartinê de, em ê li herêma Ege û Behra Spî hinek surprîzan bikin. Ji bo aşîtî û demokrasiyê em ê nexşeyeke nû ava bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin