PeyamaKurd- Li Amerîkayê, fermandarê CENTCOM ê general Votel ragihand ku leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin jî plan dikin ku 1500 leşkeran li Sûriyê bihêlin. Fermandarê hêzên navendî Josepf Votel got ku ew dewam dikin û planên serok Trump bi temamî bicîh tînin. Votel got divê hêzeka leşkerî ya navdewletî li herêmê bimîne da li dijî DEAŞ ê têbikoşe.
Votel weha dewam kir: "Em famdikin bê ji me çi tê xwestin lê niha em ne di wê astê de ne ku temamê hêzên xwe vekişînin. Munaqeşa niha; ne mayîn û çûyîna Amerîkayê ji herêmê ye lê wê hêzên koalîsyonê li herêmê çi bike an çi neke.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin