PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî Gilles Carbonnier re civiya.
Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî di civînê de pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, ji bo hevahengî û xebata hevbeş ji Xaça Sor re û bicihkirina çalakî û projeyên wê li Herêma Kurdistanê.
Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî spasiya Serokwezîr Barzanî kir ku destekî girîng ê rêxistina Xaça Sor e û ji sala 2003yan ve, bi berdewamî hevkarî bi Xaça Sor a Navdewletî kiriye.
Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî ragihand, bi hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, navendeke çareserkirinê ji bo alîkariyê bi xwedî pêwîstiyên taybet re bike li Hewlêrê vedikin.
Mesrûr Barzanî spasiya Xaça Sor a Navdewletî kir, ji bo encamdana çalakiyên mirovî li cîhanê û li Herêma Kurdistanê bi taybetî û tekezî jî li berdewamiya hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Xaça Sor re kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin