PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê vekirina Deriyê Sînor ê Erezê û bikaranîna Bendera Aşdodê ji bo gihandina alîkariyan bo Xezzeyê pejirand.
Ofîsa Serokwezîrtiyê daxuyand ku deriyê sînor ê yekane Erez ku bi salan e ji bo ketin û derketina rêwiyan a Xezzeyê tê bikaranîn, wê bi awayekî demkî were vekirin.
Li gorî daxuyaniyê, Îsraîl wê destûrê bide ku alîkariyên zêdetir ji bendera Aşdot a 40 kîlometre li bakurê Xezzeyê û ji deriyê Kerem Şalom re derbas bibin.
Zextên navneteweyî yên li ser Tel Avîvê zêdetir bûn piştî ku 7 xebatkarên rêxistina alîkariyê ya ku navenda wê Amerîka ye di êrîşa Îsraîlê ya vê hefteyê ya li ser Xezzeyê de hatin kuştin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden ku bi Netanyahu re hevdîtin kir, banga "agirbesta lezgîn" kir.
Biden gotibû ku paşeroja piştevaniya DYAyê ji Îsraîlê re girêdayî ye bi avêtina gavên berbiçav ji bo parastina sivîlan û xebatkarên alîkariyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin