50 kesên di bamista berfê de man, hatin rizgarkirin

50 kesên di bamista berfê de man, hatin rizgarkirin

PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bîngolê (Çepaqçûrê) li navçeya Karlıovayê 50 kesên ku nikaribûn herin mala xwe û piraniya wan xwendevan bûn, piştî xebateka bi 7 sietan hatin rizgarkirin.

Li Karlıovayê bi sedema barîna berfa zêde û bagera berfê rêyên 47 gundan hatin girtin. Piştî rê hatin girtin dibistan jî hatin tatîlkirin. Xwendevanên ku derketin ser rê da herin malên xwe, di berfê de man lê di encamê de bi zahmetî,piştî xebata 7 sietan, rêya wan hat vekirin û gihancî û warên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin