Tendirustiya Duhokê di bêhnvedanê de jî dê pisknîna Koronayê bike

Tendirustiya Duhokê di bêhnvedanê de jî dê pisknîna Koronayê bike

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê, xelkê piştrast dike ku di rojên bêhnvedanê de, bi berdewamî dê pişknîna Koronayê ji bo xelkê bêne encamdan.

Berdevkê Rêveberiya Giştî yê Tenduristiya Duhokê Hemze Rezîkî da zanîn, di rojên bêhnvedanê de li Rêveberiya Xweparastina Tenduristiyê, ya li beramber Serokatiya Zankoya Duhokê, ji saet 09:00ê sibehê heta 01:00ê piştî nîvro pişkinîn ji bo kesên gumanlêkirî û kesên nexweşiya wan hebe dê bêne encamdan û ji saet 03:00ê heta 07:00ê êvarî ji bo kesên geşta derveyî Herêma Kurdistanê pêk tînin were encam dan. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin