Sedir: Hikûmeta nû wê bibe hikûmeteke milîsan ku hatiye ceribandin

Sedir: Hikûmeta nû wê bibe hikûmeteke milîsan ku hatiye ceribandin

PeyamaKurd – Tevgera Sedir bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ragihand û got: “Ewên beşdarî wezaretên hikûmeta nû dibin, ji me dûr in û nûnertiya me nakin.”

Mihemed Salih Iraqî ku weke Wezîrê Sedir tê nasîn bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Hikûmeta nû wê bibe hikûmeteke milîsan ku hatiye ceribandin.”

Herwiha eşkere kir: “Hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeteke niştimanî li Iraqê têk çû.”

Di berdewamiyê de Salih Iraqî da zanîn: “Plana mayîna gendel û gendelkaran li Iraqê heye û Tevgera Sedir nahêle dahata Iraqê biçe bankayên gendelan.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em ê nîşanî hemû aliyan bidin ku plana xirabxwazan heye ji bo bihêzkirina desthilata xwe û têkdana her tiştên din ji bo zêdebûna gendelî û destwerdana di dahat û çarenûsa gel de, ev jî bi rêya veşartina belgenameyan û sepandina hejmûna xwe bi ser desthilata dadwerî û ewlehî û desteyên serbixwe de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin