PeyamaKurd- Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokomariya Koreya Başûr de hat ragihandin ku serokên Amerîka, Koreya Başûr û Japonyayê dê bi mazûvaniya Joe Biden bicivin.
Li gorî daxuyaniyê, serokên Amerîka, Koreya Başûr û Japonyayê dê di meha tebaxê de li Amerîkayê civîneke sêalî bikin û hat eşkerekirin ku yek ji mijarên girîng ên civînê jî rewşa Koreya Bakur e.
Hat diyarkirin ku dê civîn dê di navbera Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio û Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol û Serokê Amerîkayê Joe Biden de were kirin.
Ji bo dema civînê jî hat gotin ku tê pêşbînîkirin civîn di 18ê Tebaxê de li kampusa "Camp David" a li nêzî Washingtonê were lidarxistin û di encama şêwirên di navbera welatan de dê bi dawî bibe.
Her wiha tê çaverêkirin ku di civînê de li ser awayên bihêzkirina rêgirtinê li hember gefên navokî û moşekî yên Koreya Bakur were axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin