Li Duhokê 2 kes ji ber birîna daran hatin girtin

Li Duhokê  2 kes ji ber birîna daran hatin girtin

PeyamaKurd – Li gundê Loma yê navçeya Zawitê ya ser bi parêzgeha Duhokê, 2 kes ji ber birîna daran hatin girtin. Polîsên Daristan û Jîngehê dest danîn ser 20 pîkap daran û diyar kir: “Dibe ku zêdetirî 50 pîkap dar birîbin.”

Li gor Efserekî Hêzên Pêşmerge yên Duhokê ji bo parastina jîngehê Ramazan Syari diyar kiriye: “Ev zêdetirî mehekê ye van daran dibirin, ji ber ku zêdetirî 50 pîkap dar birîne û nêzî 20 pîkap dar li vir bi komî hiştine û hemû dar ter in û tu ji wan jî ne hişk in.”

Herwiha her du kesên ku ji aliyê Polîsê Daristan û Jîngehê ve hatibûn girtin, pênc donim erd paqij kirin û hemû birîn, tevî hin darên ku temenê wan zêdetirî 50 salî ne, û li gorî polîs, armanca kar ji bo bazirganî bû.

Li gor zanyariyan, îsal li parêzgeha Duhokê 21 kes bi tometa birrîna daran hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin