PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku welatên herêmê ku navenda wan Îran, Erebîstana Siûdî, Îmarat û Uman e, wê di bin banê Çînê de koalîsyoneke deryayî ava bikin.
Li gor hat eşkerekirin, welatên herêmê yên ku Îran, Erebîstana Siûdî, Îmarat û Uman di nav wan de esas in, wê di bin sîwana Çînê de li Kendava Farsê bi hêzên deryayî yên hevpar re koalîsyona deryayî ava bikin.
Têkiliyeke nû li pêwendiya ku bi rêkevtina normalîzasyona Îran û Erebistana Siûdî bi navbeynkariya Çînê hatiye çêkirin hat zêdekirin, di nav de jî vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî.
Ji Pekînê jî tesdîq hat kirin ku Îran, Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), Uman jî di nav de welatên kendavê wê hêzên deryayî yên hevpar ava bikin û koalîsyoneke deryayî ava bikin û ji bo vê jî wê bi Çînê re hevkariyê bikin.
Ji aliyê din ve rêveberiya Amerîkayê piştî şandina Şêwirmendê xwe yê Ewlehiya Netewî Jake Sullivan meha borî, do Wezîrê Derve Antony Blinken şand Erebistana Siûdî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin