Sanda Kurdistanê ji bo budçeya 3 salan gotûbêj bike li Bexdayê ye

Sanda Kurdistanê ji bo budçeya 3 salan gotûbêj bike li Bexdayê ye

PeyamaKurd - Komîteya hevbeş a wezaretên Plandanîn û Darayî yên Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî civîna komîteya dariştina projeyasaya budceya Iraqê ya 3 salên bê bibe çû Bexdayê.

Derbarê naveroka civînê de, Birîkarê Wezareta Plandanê ya Herêma Kurdistanê Zagros Fetah ji K24ê re ragihandiye, Banka Navdewletî û sindoqa Nextîneya Navdewletî daxwaz ji Wezareta Darayî ya Iraqê kir, sîstema dariştina projeyasaya budceyê ya yeksalî bo sîstema budceya sêsalî biguhêre.

Zagros Fetah got: “Li ser wê daxwazê, komîteyeke bilind hat pêkhatin û Wezareta Darayî ya Iraqê jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, nûnertiya wê di wê komîteyê de hebe, ji bo di dariştina projeyasaya budceyê ya taybet bi salên 2021 heta 2023an de beşdar be.”

Fetah da zanîn ku ji bo dariştina projeyasaya budceyê, ji niha ve dest bi zincîreyeke civînan dibe û heta dawiya meha Îlona bê berdewam dibe.

Derbarê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dubarenebûna senaryoya çend salên dawiyê ku bi berdewamî aliyên Iraqî budce wek karta fişarê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar dianî jî Zagros Fetah wiha axivî:

“Komîteya wezaretên Darayî û Plandananê yên Herêma Kurdistanê ji bilî hebûna nûnerên wan di komîteya bilind a dariştina projeyasaya budceya Iraqê de, di heman demê de komîteyeke teknîkî û hemû plan û daxwazên Herêmê li ser bingeha dahata giştî dixin nava karnameya wê bernameya sêsalî û piştî pesendkirina wê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, hikûmeta Iraqê zêdetir pabendî şandina budceya Herêma Kurdistanê dibe.”

Birîkarê Wezareta Plandanê ya Herêma Kurdistanê  dawî destnîşan kir, “Hemû hewlên me ew e, di nava projeyasaya budceya sêsalî de, tevahiya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên bicihkirin, ji bo bibe belgeyeke yasayî û darayî. Ji ber ku tiştê heta niha wek karta fişarê li hember Herêma Kurdistanê bikar tê, babeteke siyasî ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin