PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser ferman Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê tedbîrên pêşîgirtina belavbûna koronayê de, ji 81 bajaran re giştînameyek şand.
Li gorî giştînameya tedbîrên koronayê, wê êdî li hemû deveran ji xeynî nav malan mask neçarî be, wesayîtên rêwiyan ên nav bajaran êdî wê nikaribin şipiya rêwiyan siwar bikin û dê li kargehên wekî kafe, restoran û cihên wekî wan piştî demjimêr 12ê şevê vekirina muzîkê û her cure weşan qedexe bin.
Hêjayî gotinê ye, piştî zêdebûna hejmarên rojane yên pêketina koronayê ku ji ber sistkirina tedbîran û rakirina qedexeyan gelek rexne li hikûmetê têne kirin, ev biryar hatine standin
Li aliyê din pisporên tenduristiyê yên Tirkiyê, vê giştînameya tedbîrên koronayê gelekî kêm dibînin ku dibêjin, li demeke ku hemû kargeh û cihên cemawerî yên danûstandinê vekirî ne ne mimkun e pêşiya belavbûna koronayê bê girtin.
Di çend hefteyên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane zêdetirî hezar û 500 pêketî têne tomarkirin û herwiha bi qasî 50 kes jî ji Covid-19 rojane can didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin