PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Diyarbekir ê bakurê Kurdistanê testa 9 kesan a Covid-19 pozîtîv derketiye û 36 kesên din ên bi gumana nexweşîya vîrusa korona jî rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê doh belav kirine, heta niha li Tirkiyeyê 45 kes ji Covid-19 mirine û 1872ên tûşbûyî jî hatine tomarkirin.
Li Amedê jî heta niha di testa xwîna 9 kesan de vîrus hatiye dîtin û 39 kes jî bi gumana vîrusa Covid-19 rakirine nexweşxaneyê.
Heta niha li gel ku Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan a Amedê û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê wekî “Nexweşxaneyên Pandemî" nehatine îlankirin jî yek jê pitik û yek jî zarok 2 nexweş li van nexweşxaneyan razandin
Hat diyar kirin ku nexweşê bi guman rakirine beşa îzolasyonê û ger rewşa wan giran bibe dê wan bişînin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin