Pentagonê îdiayên dayîna îstîxbaratê red kirin

Pentagonê îdiayên dayîna îstîxbaratê red kirin

PeyamaKurd-Wezareta Berevaniya Amerîkayê, îdiayên ku Amerîka îstîxbarata generalên Rûs dide Ukraynayê, red kirin. Pentagonê ragihand ku îstîxbaratên leşkerî, bi Ukraynayê re hatine parvekirin lê ji bo kuştina generalên Rûs, tu îstîxbarat nehatine dayîn.

Berdevkê Pentagonê John Kirby, di derbarê îdia û nûçeyên ku di rojnameya New York Timesê de hatin belavkirin, red kirin û li ser mijarê agahî dan. Kirby da zanîn ku ji bo Artêşa Ukraynayê xwe di qada şer de baştir biparêze, ji Amerîkayê îstîxbaratên leşkerî hatine parvekirin lê belê agahiyên di derbarê generalên Rûs de nehatine dayîn.

Rojnameya New York Times a ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihandibû ku rayedarên payebilind ên Amerîkayî, ji bo rojnameya wan gotine ku ji aliyê Washingtonê ve îstîxbarat hatiye dayîn û li ser vê jî gelek generalên Rûs, ji aliyê Artêşa Ukraynayê ve hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin