PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir, Amerîka û hevalbendên wê bi awayekî metirsîdar nêzîkî şerekî çekdarî yê rasterast bi Rûsyayê re bûne ku wê bibe sedema derketina şerekî nukleerî.
Li gor Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îro danê sibê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Washington û hevalbendên wê, piştî ku kirîza Ukraynayê girantir kirin û bûn sedema rûbirûbûnek tund, îro bi awayekî metirsîdar li ber keviya rûbirûbûnek leşkerî ya vekirî bi welatê me re ne, ku tê wateya şerekî çekdarî yê rasterast ê nukleerî.”
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ev daxuyanî li se malpera xwe weşand û Zaxarova tê de nîgeraniya xwe di derbarê wê de anî ziman.
Zaxarova da zanîn, egera şerekî wisa derkeve, wê bibe sedema gurbûneke nukleerî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin