PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Tirkiyeya ku niha krîzeke aborî lê heye, sînorê birçîbûnê ji bo malbateke çar kesî bûye 2 hezar 47 lîre (327 dolar) û sînorê hejariyê jî bûye 7 hezar û 80 lîre.
Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînan a Metal-İş a Hevgirtî (BİSAM) di meha nîsanê de ji ber zêdebûna bihayan sînorê birçîbûnê ji bo malbateke çar kesan bûye 327 dolar.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e ji ber nakokiyên siyasî û xisarên gihîştine hesta edaletê û nebûna serweriya hiqûqê dolar li hember lîreyê Tirkiyê zêde dibe û herî dawî jî piştî biryara dubarekirina hilbijartinên Stenbolê dolar gihîşt 6,25 lîreyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin