Iraqê îdîaya ku Îranê mosek dane Hesda Sebî red kir

Iraqê îdîaya ku Îranê mosek dane Hesda Sebî red kir

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Iraqê red kir, ku ji aliyê Hikûmeta Îranê moşekên balîstîk radestî girûp û milîsên Şîe yên ser bi Heşda Şebiyê ve hatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb ragihand, ew nûçeyên der heqê moşekên balîstîk de hatibû îdîa kirin, ku ji aliyê Îranê ve radestî çekdarên Heşda Şebiyê hatiye kirin, dûrî rastiyê ne.

Ehmed Mehcûb got: Hemû dezgehên dewleta Iraqê, pêbendî madeya heftem a destûrê ne, li gorî wê madeyê, nabe axa Iraqê ji bo êrîş û gefkirinê li ser welatên cîran were bikaranîn.

Berî çend rojan, ajansa Reutersê ji ser zimanê hejmarek ji berpirsên Îranî û Iraqî veguhestibû, ku Taranê di çend mehên derbasbûyî de, hejmarek ji moşekên balîstîk, radestî hin girûpên çekdar ên Heşda Şebî kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin