PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundewarên Urmiyê mîneke Îranê bi ciwanekî 18 salî yê şivantiya ajalên xwe dikir de teqiya û bi giranî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan, doh 27ê Nîsanê ciwanê 18 salî yê bi navê Hebîb Hatemî Sînabadî dema ji bo çêrandinê li ber ajalên xwe bû, li navbera gundên Navcihan û Exiyanê yê devera Biradost a parêzgeha Urmiyê, rastî teqîna mînê hat.
Sînabadî ku ji ber teqîna mînê bi giranî birîndar bû ji bo nexweşxaneya Xumêynî ya bajarê Urmiyê hat veguhestin.
Mîna ku bi wî ciwanê Kurd de teqiyaye, yek ji wan mînên di salên 1960î de li deverên Soma û Biradost ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bicihkirin e ku qadeke mezin a mînkirî heye û dibe gef li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin