Sibê zîrweya Sûriyê li Îstenbolê tê kirin

Sibê zîrweya Sûriyê li Îstenbolê tê kirin

PeyamaKurd- Berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahîn Kalin ragihand ku sibê li Îstenbolê zîrweya Sûriyê dê bêkirin û di zîrweyê de pêngavên ku di rêya çareseriya siyasî de bên avêtin, divê zelal bibin û nexşeya rê bê danîn. Kalin weha got:

“Armaca me di vê zîrweyê de ew e ku çareserî ne leşkerî lê siyasî be û bê gelo em ê karibin çi rê û rêbazan bo xwe deynin. Di vê çarçoveyê de divê lihevkirina Îdlibê bê parastin û îhlalên ku ji aliyê rejîmê de tên kirin, li ber wan rê bên girtin.”

Kalin her weha got ku ew bende ne da komîsyona qanûna esasî bê danîn ku ew qanûna nû bo Sûriyê bibe binyata her tiştî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin