Li Sûriyê ji ber bihakirina petrolê xelk daket kolanan

Li Sûriyê ji ber bihakirina petrolê xelk daket kolanan

PeyamaKurd – Bi sedema hukumeta Şara bihayê petrolê zêde kir, xelk daket kuçe û kolanan. Bi rakirina subvansiyonan, bihayê nan 10 car zêde bû û bihayê maliyeta elektrîkê li hinek deveran sed qat zêde bû.

Li gor rêjeyên Neteweyên Yekgirtî; %90ê Sûriyeyiyan di nav feqîriyê û xîzaniyê de dijîn. Li gor bernama Geşepêdana Netweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê ji nûh de ava bikin, pêdivî bi 216 milyar dolarî heye.

Piştî berteka xelkê nîşan da, hukumeta Sûriyê biryara zamê betal kir.

Welatî di wê fikrê de ne eger zam weha dewam bike dê civaka Sûriyê bi awayekî girseyî rabe ser piya û tiştnên heyî dê ji dest herin.