Iraqê bi rêya Sûriyê dergehekî nû yên petrolê vekir

Iraqê bi rêya Sûriyê dergehekî nû yên petrolê vekir

PeyamaKurd - Kompanyaya Bazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) ragihand ku yekem barê petrola xav a Iraqê bi rêya bendera Banyas a Sûriyê ber bi bazarên Ewropayê ve hat şandin.

Rêveberê Giştî yê SOMO Elî Nizar, diyar kir ku ev barkêş piştî valakirina li parzûngeha Banyasê niha di ser Deryaya Navîn re ber bi parzûngehên Ewropayê ve bi rê ketiye.

Ev gav wekî destpêka operasyonên nû yên veguhestinê tê dîtin ku piştî demeke dirêj Iraqê careke din axa Sûriyê ji bo bazarkirina petrola xwe bikar tîne.