PeyamaKurd – Li Rûsyayê keriya gurên birçî daketin kolanên jîngehan û xelk ket nava tirsê. Hat gotin ku gurên birçî êrîşê heywanên kedî dikin û rayedar ragihandin ku bila welatiyên wê deorê bi taybetî yên dora Moskovayê hay ji xwe hebin.
Bûyerên navborî li dora Moskovayê, Leningradê, Tumen, Sverdlovsk û Transbaykalê hatine dîtin û keriyên guran êrîşê heywanên kedî kirine. Xwarinên zêde yên ku xelk davêje ser gilêşan, dikare guran bikşîne ber bi jîngehan ve.
Di nav bûyeran de hat ragihandin kuı kesekî ketiye ber êrîşa guran û bi kêra di destê xwe de, karibiye xwe biparêze.