PeyamaKurd – Li kampa Holê ya girtiyên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê, di nav du hefteyan de, herî kêm 12 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya dezgeha karûbarên mirovî ya NY li Sûriyê li ser rewşa kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê belav kir û hişyarî da û ragihand ku rewşa kampê roj bi roj xerabtir û aloztir dibe.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji roja 1ê Çile heta 16 Çileya îsal, 12 kesên Sûrî û Iraqî li kampa Holê hatine kuştin, ku di nav wan de, jineke Iraqî jî heye, herwiha kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Herwiha li gor wê daxuyaniyê, rewşa ewlehî ya xerab li wê kampê, rê li ber gihandina alîkariyên mirovî digre.
Zanyarî didin zanîn, rêveberiya kampê, bûyerên kuştinê zêdetir bi rêya demançeyên bêdeng pêk tên. Piraniya niştecihên wê kampê malbatên çekdarên DAIŞê ne.
Li gor amarên NY li kampa Holê, 66 Hezar û 101 kes hene, piraniya wan jî malbatên çekdarên DAIŞê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin