Îran: Yûnanistanê kestiya me ya petrolê serbest berda

Îran: Yûnanistanê kestiya me ya petrolê serbest berda

PeyamaKurd – Saziya Benderan û Deryavaniyê ya Îranê ragihand ku Yûnanistanê keştiya Îranê ya petrolê ku dest danîbû ser serbest berdaye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Îranê biryara bilez bersivdana wê kiryarê daye û Yûnanê jî biryar daye barê keştiyê bigihe xwediyê wê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî daxuyaniyên berpirsên Îranê û hewldanên wan, Yûnanistan keştî serbest berdaye.

Yûnanistanê jî li ser wê keştiya Îranê 25ê Gulanê ragihandibû ku keştî ji ber rewşa xirab a hewayê nêzîkî peravên wan bûye û li ser daxwaza Amerîkayê jî wan dest daniye ser keştiyê û barê wê yê petrolê.

Piştre jî dadgeha Yûnanistanê destdanîna ser 107 hezar ton petrola nav keştiyê betal kiribû.

Di vê navberê de Îranê jî li kendava Besrayê dest danîbû ser tu keştiyên petrolê yên Yûnanistanê ku 1,8 milyon bermîl petrolê di wan de hebû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin