Xamaney: Em ê tolhildaneke mezin bikin

Xamaney: Em ê tolhildaneke mezin bikin

PeyamaKurd- Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney derbarê Qasim Suleymanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em dê tolhildaneke mezin bikin.”

Serokê Olî yê Îranê Xamaney di daxuyaniya xwe ya derbarê kuştina Qasim Suleymanî de ragihandiye: “Bi mirina wî karên wî û rêya wî ranaweste, lê tolhildaneke tund li benda wan tawanbaran e ku destê wan bi xwîna wî û şehîdên din ên şeva borî pîs bûye.”


Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê bilez dicive


Piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Suleymanî, Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê bi awayekê bilez civîneke awarte saz dike. Berdevkê Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê, Keywan Xusrewî ragihand, “di çend saetên pêş de, derbarê bûyera tirsnak a êrîşa li ser otomobîla Qasim Sulêymanî civîneke awarte li dar dixe.”

Tê çaverêkirin, di civîna awarte ya Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê de, awayê nîşandana berteka Îranê li hember kuştina Qasim Suleymanî bê gotûbêjkirin.


Ji bo kuştina Suleymanî 3 rojan şîn hat ragihandin

Xamaney herwiha ji ber kuştina Qasim Suleymanî, 3 roj şîna giştî li seranserê Îranê ragihand.


Zerîf: Amerîka divê berpirsatiya hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di berteka li hember kuştina Qasim Suleymanî de ragihand, “Amerîka divê berpirsatiya hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike.”

Mihemed Cewad Zerîd li ser twîttera xwe, kuştina Qasim Sulêymanî wek “pêngava terorîstî ya navdewletî ya Amerîkayê” bi nav kir û ragihand: “Pêngava terorîstî ya navdewletî ya Amerîkayê, bi armanckirin û terorkirina general Silêmanî, bibandortirîn hêza di şerê li dijî DAIŞ, Eniya Nusre, El Qaîde û hêzên wek wan, metirsiyekî gelek mezin e û geşedaneke ehmeqî ye.”

Zerîf wek gefekê tekez kir, “Amerîka divê hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin