PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ragihand ku ji bo tekûzkirina lêçûnê ya sala bê û ji bo ji nû ve avakirina binesaziyê, hewcedariya welatê wan, bi 55 milyar dolaran heye.
Rayedarên Bankaya Cîhanê, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û hikûmeta Ukraynayê, ji bo piştgiriya Ukraynayê ligel wezîrên ku nûnertiya hin welatan dikin, li hev civiyan.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Ukraynayê, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û Serokwezîrê Ukraynayê Denis Şmigal jî bi awayê online beşdarî civînê bûne.
Hat zanîn ku Zelenskiy di axaftina xwe de qala zerarên şerê Rusyayê, yên li binesaziya Ukraynayê kirine. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Zelenskiy wiha gotiye:
“Ukrayna çiqas alîkariya zêde bistîne, em ê şerê Rusyayê ewqas zû biqedînin û em ê saxlemiyê bidin ku şerekî wiha hovane dê li welatên din belav nebe.
Zelenskiy, li ser pêdiviya ji bo binesazî û budçeyê jî axivî û da zanîn ku ji bo pereyê budçeyê sala bê were tekûzkirin, pêdivî bi 38 milyar dolaran û ji bo ji nû ve avakirina binesaziyê jî pêdivî bi 17 milyar dolaran heye.
Seroka IMFê Kristalina Georgieva, di civînê de ragihand ku di sala 2023yan de ew ê pêdiviya mezin a fînansmanê ya Ukraynayê dabîn bikin. Her wiha Georgieva da zanîn ku li gorî texmînên wan, di sala 2023yan de pêdiviya fînansmanê, dê mehane nêzîkî 3-4 milyar dolaran be.
Seroka IMFê Georgieva got ku di sala 2022yan de ji bo Ukraynayê, fînansmana kredî û hîbeyê ya 35 milyar dolaran hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin