Agir bi ferîbota ku 500 kes tê de bûn ket: Herî kêm 38 kes mirin

Agir bi ferîbota ku 500 kes tê de bûn ket: Herî kêm 38 kes mirin

PeyamaKurd - Li welatê Bangladeşê yê Başûrê Asyayê di ferîboteke zêdetirî 500 rêwî tê de bûn de, şewat derket.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama şewatê de herî kêm 38 kes mirin û metirsî heye hejmara mirinan hîn zêdetir bibe.

Berpirsekî Bangladeşî yê tîma agirkujiyê ji Reutersê re diyar kiriye ku bûyer li gorî dema herêmî di saet 03.00 de rû daye û heta niha 38 cenaze ji ferîbotê hatine derxistin.

Ferîbota ku agir pê ketiye ji paytexta Bangladeş Dakkayê ber bi bajarê Bargunayê ve diçû.

Hat zanîn şewata ku di motorên ferîbotê de derketiye bi lez belav bûye û bi sedan kes tê de asê mane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin