PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêşwazîkirina sersala 2023yan, hefteyek betlane ragihand.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji roja Yekşemê 25ê Kanûna 2022yan heta 1ê Çileya 2023yan li hemû saziyên Herêma Kurdistanê û Iraqê betlaneya fermî ye û roja Duşemê 2yê Çileya 2023yan jî karê fermî dê dest pê dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sal ji bo Cejna Sersalê bêhnvedana fermî radigihîne û hejmarek zêde turîst jî serdana bajarên Kurdistanê dikin.
Amadekarî ji bo pêşwazîkirina geştiyaran hatine kirin û tê çaverêkirin bi sed hezaran kes ji bo derbaskirina rojên betlaneya sersalê serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin