PeyamaKurd – Serokwezîrê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bang li Rûsya û Ûkraynayê kir ku hevdîtina di asta wezîran de li Tirkiyê bikin. Li ser pêşniyara Çavuşoğlu nûnerê daîmî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekgirtî li Cenevre, Gennady Gatilov, ragihand ku destekê didin hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê li Tirkiyê.
Çavuşoğlu pêşniyara xwe li baregeha NATO yê ku ji bo cvîna awareta ya wezîrên karên derve yên NATO yê çûbû kir û got herî kêm her dû dewlet di asta wezîran de di 11-13 ê mehaadarê de, di Forma Antalya ya Dîplomasiyê de dikarin werin cem hev. Li ser pêşniyarê nûnerê Rûsyayê yê li NY Gennady Gatilov, destekê da hevdîtina her dû wezîran ku li Tirkiyê hev bibînin û weha got:
“Başe ku her dû wezîr werin cem hev. Muzakere an civîn her wext başin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin