Niinisto: Em bi rêya NATOyê, ewlehiya xwe berz dikin

Niinisto: Em bi rêya NATOyê, ewlehiya xwe berz dikin

PeyamaKurd- Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto diyar kir ku endamtiya welatê wî li NATOyê tu kesî hedef nagire û wiha got: "Em bi rêya NATOyê, ewlehiya xwe di asta pêş de bilind dikin.”

Sauli Niinisto, di serdana xwe ya li Afrîkaya Başûr de li Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî nirxandinan kir û diyar kir ku Afrîka di cîhanê de bi lez û bez xwedî roleke mezin e û got,

“Bandora jeopolîtîk ya Afrîkayê nayê înkarkirin. Yekîtiyê ji bo avakirina pêşerojeke hevpar wekî hevkarên nêzîk û cîran, hevkariya xwe nû kirin. Pêdiviya me bi serokatiya Afrîkayê heye ku hevkariya piralî ya bi bandor a bi NY re xurt bike.”

Niinisto bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û got ku ev şer encamên neyînî yên cîhanî derxistiye holê û Moskow bi awayekî eşkere êrîşkar e.

Serokomarê Finlandiyayê, axaftina xwe ya di vê derbarê de bi vî awayî berdewam kir:

"Dibe ku em bi çavekî piçûktir li şerê Ukraynayê dinihêrin. Têkiliyên nêzîk ên Rusyayê, bi gelek welatên Afrîkayê di dema Sovyetê de bi Yekîtiya Sovyetê re hebûn. Cerebeya Finlandiyayê, bi tevahî cuda ye. Bi sed salan e em di bin kontrola Împaratoriya Rusyayê de dijîn. Dema ku împaratorî hilweşiya, me serxwebûna xwe ragihand û dest bi avakirina dewleteke refahê ya demokratîk kir.” 

Niinisto bi bîr xist ku wan bi salan di ewlehî û parastinê de veberhênan kiriye û got ku “Endamtiya NATOyê, tu kesî nake hedef. Bi rêya NATOyê em ewlehiya xwe di asta pêş de bilind dikin. Em ê nirxên xwe biparêzin. Finlanda dê welatekî Skandinavyayê yê bi îstîqrar û pêşbînîkirî bimîne ku hewil dide nakokiyan bi rêyên aştiyane çareser bike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin