PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li bajarê Qaraçiyê êrîşekî bombeyî pêk hat. Li gor ragihandina çapemeniyê; di êrîşê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Bi vê êrîşê re jimara miriyên li Belûcistanê yên di navbera 24 seetan de giha 27 kesan.
Li Pakistanê di nav 24 seetan de êrîşa sêyem bû ku pêk hat. Li ser bûyerê hêzên ewlehiyê û ambûlansan şandin ciyê bûyerê.
Ji bo hilbijartina li Pakistanê gelek kêm wext maye û bûyer zêdetir dibin lê ji ber pirsgirêka neteweyan li Pakistanê çareser nebûye jî hinek bûyer li ser mijarê dewam dikin.
Li Belûcistanê li devera Pîşînê jî nêzî naregeha hilbijartinê û li devera Killa Saifullahê nêzê baregeha partiya Jamiat Ulema-e-Islam-Fazl (JUI-F) du êrîş pêk hatibûn. Di êrîşan de 10 kes miribûn lê niha ew jimar derket 12 kesan.
Di her dû êrîşan de 80 kes birîndar bûn û li ser mijarê li Belûcistanê 3 roj şîn hat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin