PeyamaKurd - Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku xwestibû Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ‘derhal’ were berdan, parêzeran serî li dadgeha bilind dabû û xwestibûn ew biryar were cîbicîkirin.
Ji serlêdana parêzeran a hefteya borî encam derneketibû û dadgeha bilind bi sedema ku hîn biryara DMMEyê teqez nebûye berdewama girtîmayîna wî xwestibû.
Îro 4ê Kanûnê jî bi biryara dadgeheke din biryara DMMEyê hat pûçkirin û cezayê 4 sal 8 mehan ê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê li ser axaftineke Newrozê ji Demirtaş re birîbû, hat pesendkirin.
Li gor vê biryara dawî, Demirtaş ji ber biryara DMMEyê were berdan jî dîsa wê di girtîgehê de bimîne ta ku cezayê hatiye sepandin bidawî bibe.
Parêzerê Demirtaş, Mahsunî Karaman biryara nû li ser hesabê xwe yê twitterê gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê guhnedana biryara DMMEyê ya bo Demirtaş bi bîr xist û got, “Hemleya xwe kirin û karê xwe encam dan! Piştî biryara DMMEyê hemleya pêwîst ji bo bernedana wî hat kirin. Dosyeya wî ya ceza hatiye dayîn hat nirxandin û pejirandin. Şerm dikim!”
Karaman di berdewamê de diyar kir, “Êdî dê ji dosyeya ku jê girtî dimîne bi hêsanî biryara tehliyekirinê bidin û bibêjin, me biryara DMMEyê bicih anî. Lê Demirtaş ji ber cezayê pesendkirî yê 4 sal û 8 mehan, dê girtî bimîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin