Cenazê her sê xortên di avê de wenda bûn hatin dîtin

Cenazê her sê xortên di avê de wenda bûn hatin dîtin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina tora medyayê Rûdawê cenazê her sê xortên ku li bajarê Silêmaniyê li navça Mawatê di Newrozê de ketibûn avê û di ber pêlên avê de wenda bûbûn, cenzên wan hatin dîtin.

Di 21 ê adarê di Newrozê de sê xort yên bi navên Kosar Newzad (22), Derûn Raûf (27) ku li ser nûfûsa Silêmaniyê ne û Helkewt Nûrî (30) ku li ser nûfûsa Hewlêrê ye, li navça Mawatê, nêzî gundê Bersimaqê, li seha Sersûlê ya ciyê geştûguzariyê ketibûn avê û ji wan ti agahî nehatibû sitendin.

Îro an ku di 2 yê nîsanê de cenazê Helkewt Nûrî di çemê Kaşanê de hat dîtin. Ber destê êvarê cenazê Derûn Raûf di heman çemî de hat dîtin. Tîmên lêgerînê û rizgarkirinê paşî cenazê Kosar Newzad dîtin.

Malbat ragihandin ku berê Helkewt ketiye avê û ji bo wî rizgar bikin her dû gêncên din xwe avêtine avê û ji wan heya îro ti agahî nehatiye sitendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin