PeyamaKurd – Li welatê Rûsyayê li Girava Sahalînê li navça Tymovskoye di apartmana 5 qat de li qata 4em teqîn çêbû û di encamê de 9 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn. Di apartmanê de bi temamî 33 kes diman û bi bandora şewatê hinek ji apartmanê hilweşiya.
Wezareta rewşên lezgîn, tîmên xwe yên ku ji 60 kesan pêkdihat şand ciyê bûyerê. Tîm, di bin enqazê de li mirovan digere. Heya niha 9 cesed ji bin enqazê derxistine ku 4 ji wan zarokin. 9 kes jî birîndar derxistine. Parêzgerê herêmê yê Sahalinê Valery Limarenko bûyerê weha ragihand:
“Heya niha 9 kes jiyana xwe ji dest dane ku 4 ji wan zarokin. Heya qata binî çûn. Îhtîmal heye ku di bin enqazê de kesekî mabe. Kesekî ji bin enqazê derxistine wê emeliyat bikin û talûka jiyanê ya 8 kesên din tineye.”
Dibe ku teqîna di apartmanê de ji ber xazê çêbûbe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin