8 kes ji ber baran û heza erdê mirin

8 kes ji ber baran û heza erdê mirin

PeyamaKurd – Li welatê Îtalyayê li Derya Tiranê li Kendava Napoliyê, li Girava Ischiayê baran zêde bariya û bi xwe re hezê li erdê xist û ji ber heza erdê 8 kes mirin.

Di lehî û hezê de gelek xaniyên ji axê, di bin axê de man û gelek erebe bi avê de çûn. Cîgirê serokwezîrê Îtalyayê û hem wezîrê avahiyên bingehîn û gihandiyê Matteo Salvini ragihandina mirina 8 kesan kir. Rêxistina îtfaiyê jî ragihand ku kesên wenda ne û dibe di bin axa hezê de mabin, li wan digerin da tesbît bikin û wan ji bin axê derxin.

Di malan de elektrîk qut bûye û gelek caran av nayê, hinek rê bi sedema çamûr û molozan ji çûnûhatê re hatine girtin. Li giravê tîmên pêwendîdar hêj negihane hinek deveran û li wan deveran li dora 100 kesî asê mane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin