PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokwezîra Estonya Kaja Kallas, li pêşiya tankan civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin.
Serokwezîrê Brîtanyayê destnîşan kir, "Em ê bi hêzên Rûsî re nekevin şerekî” û got, Pûtîn di êrîşkirina ser Ûkraynayê de du şaşî kirine, "Pûtîn du tişt şaş hesab kirin. Yek, hêza berxwedana Ûkraynayê. Duyem, hêza yekbûna Rojava şaş hesab kir.”
Boris Johnson, herwiha anî ziman ku niha ji bo wan rojeva sereke gihandina alîkariyên mirovî û bervaniyê bo Ûkraynayê ye û li ser êrîşa fuzeyan a bajarê Xarkovê jî got, ‘Ev bombardimana ser Bosnayê tîne bîra me. Ev xedariya dijî mirovên bêguneh tîne bîra min.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin