Dayika Pijman Fatihî: Komara Îslamî kurê min îdam kir, ez niha meytê wî dixwazim

Dayika Pijman Fatihî: Komara Îslamî kurê min îdam kir, ez niha meytê wî dixwazim

PeyamaKurd – Dayika Pijman Fatihiyê ku ji aliyê Îranê ve hatibû îdamkirin, meytê kurê xwe ji dewleta Îranê daxwaz dike.

Weke tê zanîn, Îranê 29ê meha borî 4 girtiyên siyasî yên Kurd îdam kirin.

Hefteya borî 4 girtiyên Kurd ên bi navên Wefa Azerbar, Muhsîn Mezlûm, Pijman Fatihî û Mihemed Feramerzî ku li Girtîgeha Qizilhîsara Kerecê dihatin girtin, hatin îdamkirin.

Li gor zanyariyan, Îranê meytên her çar Kurdan nedane malbatên wan.

Dayika Pijman Fatihî, Efsane Yusifiya meytê kurê xwe daxwaz kir û diyar kir:

“Komara Îslamî kurê min îdam kir, ez niha meytê wî dixwazim.

Divê cihekî kurê min hebe û ez paşê wî nîşanî kurê wî Sebah bidim.”

Pijman Fatihî xelkê gundê Elkê yê bajarê Kamêranê yê parêzgeha Sineyê bû û kurekî wî yê pênc salî heye.

Saziya Mafên Mirovan a Hengawê eşkere kir ku hêzên ewlehiyê yên Îranê ji malbatan re gotine, ew ê cenazeyan nedin û wan bi dizî veşêrin.

Herwiha Hengawê destnîşan kir ku di nava mehekê de 74 girtiyên ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bûn hatine bidarvekirin.

Hengawê diyar kir ku 7 girtî bi tohmetên siyasî û olî û yên din jî bi tohmetên wekî dizî û madeyên hişbir hatine bidarvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin