Stoltenberg: Wê Rûsya êrîsên xwe yên ser Ukraynayê zêdetir bike

Stoltenberg: Wê Rûsya êrîsên xwe yên ser Ukraynayê zêdetir bike

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg da xuyakirin ku nîşaneyeke vekişîna Rûsyayê ya ji Ûkraynayê xuya nake.

Jens Stoltenberg di daxuyaniyeke çapemeniyê ya eşkerekirina rapora daneyên sala 2021an a NATOyê de bal kişand ser şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê û got ku ew li bendê ne êrîşên Rûsyayê zêdetir bibin.

Stoltenberg di daxuyaniyê de spasî ji bo mazûvaniya Tirkiyeyê jî kir û got: “Em Rûsyayê ne li gorî gotinên wê, li gorî liv û tevgerên wê dinirxînin. Li gorî îstixbarata me, Hêzên Rûs xwe ji nû ve bi cih dikin.”

Stoltenberg destnîşan kir ku hevalbendên NATOyê dê piştgiriya bi Ûkraynayê re bidomînin û dê li gorî hewcedariyê piştgiriya çekan jî berdewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin