MGK: Operasyona li Rojava heta bigihije armanca xwe dê bidome

MGK: Operasyona li Rojava heta bigihije armanca xwe dê bidome

PeyamaKurd - Di danezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) de hat ragihandin ku operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê heta bigihije armanca xwe dê berdewam be.

Piştî Civîna MGKyê ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan hat lidarxistin, danezan hat parvekirin û di danezanê de hat destnîşankirin ‘operasyona’ li Rojavayê Kurdistanê heta bigihije armanca xwe dê bidome.

Di demekê ku bi rojane ji ber êrişên Tirkiye û komên çekdar girêdayî wê, welatiyên sivîl dibin qurbanî di danezana MGKyê de amaje bi yekê jî hatiye dayîn ku ji bo sivîl zirarê jê nebînin her cure tedbîr hatin wergirtin.

Herwiha di heman danezanê de hate gotin ku Tirkiye di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê bi biryardarî berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin