Ji Papa dûaya astiyê: Ser dînîtiye, ji kerema xwe rawestînin!

Ji Papa dûaya astiyê: Ser dînîtiye, ji kerema xwe rawestînin!

PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Francis, di duaya Yekşemê ya li Meydana Azîz Petrûs a Vatîkanê de, li ser êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê banga aştiyê kir.

Papa bal kişand ser hilweşîn, êş û azar û mexduriyetên şer û got, "Li Ûkraynayê xwîn û rondik di rûbaran de diherike. Ev ne tenê operasyoneke leşkerî ye, mirin, sefîltî û hilweşînê diçîne. Hejmara mexdûran her diçe zêde dibe, bi taybetî dayik û zarok gelek kes reviyane.”

Papa banga vekirina korîdora mirovî ji bo gihandina alîkariyan a herêmên şer kir û ji bo dawîanîna şer jî ev got: “Şer dînîtiye, ji kerema xwe rawestînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin